Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskoyê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Em êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li Moskoyê ku sivîlên bêguneh kiriye armanc, bi tundî şermezar dikin. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazim û xwe bi hevxemê gel û hikûmeta Rûsyayê dizanin.”

Duhî înê DAIŞê êrîşek li Moskoyê kir ser xelkê sivîl. Li gor amaran jî, zêdetirî 60 kesî hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne, ku beşek ji wan zarok in.