Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê kir û pêşhatên dawî û peywendiyên dualî yên di navbera Azerbaycan û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî Îro 6ê Adara 2024an pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Mamadov kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî û peywendiyên dualî yên di navbera Azerbaycan û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Azerbaycanê li Iraqê bal kişande ser peywendiyên hevpar ên demdirêj ên di navbera her du welatan de û daxwaza berdewamî û bihêzkirina wan kir, bi taybetî di warên çandî û aborî de.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pesnê peywendiyên dûr û dirêj ên di navbera Azerbaycan û Kurdistanê de kir û hêvî xwast ku ev peywendî bi berdewamî bi pêş ve biçin, bi taybetî di warê çandinî û kulturî de.

Di dawiya hevdîtinê de, Balyozê Azerbaycanê Nasir Mamadov spasiya pêşwaziya germ û mêhvandariya Serok Barzanî kir.