Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Hilweşandina kursiyên pêkhateyan derbeyek e li hevparî û bihevrejiyanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî radigihîne, hilweşandina kursiyên kutayê yê pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de, derbeyek e li ser pirsa hevparî û pêkvejiyanê. Herwiha got, mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, pirseke niştimanî ye û girêdayî hemû pêkhateyan e.

Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Adara 2024an pêşwazî li Balyozê Awustralyayê li Iraqê Glenn Miles kir.

Balyozê Awustralyayê peywendiyan dualî yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û daxwaza welatê xwe ya jî bo kûrkirina wan peywendiyan nîşan da.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê ku biryar e di 10ê Hezîrana îsal de bên kirin, hat kirin.

Di vî warî de mijara dijwariya meşandina pêvajoyê bêyî beşdariya hemû pêkhateyan hate nîqaşkirin, “ji ber ku hilweşandina kutaya pêkhateyan, derbeyek li pirsa hevparî û pêkvejiyanê ye. Herêma Kurdistanê hertim pêdagirî li ser pêkvejiyanê dike, ji ber ku ew yek ji wan prensîpên sereke ye ku beşdarî di proseya siyasî ya herêmê de li ser hatiye avakirin.

Pêkhate beşeke bingehîn a gelê Kurdistanê ne û dibe ku ji ber tundiya rikberiyê, nikaribin nûnertiya xwe di Parlamentoya Kurdistanê de bidest bixin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, behsa mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê hat kirin û Serok Barzanî got: “Ev pirseke niştimanî ye û girêdayî hemû pêkhateyan e û divê ji vê rewangehê ve, metirsiya terorê were têgiheştin.”