Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîtbîroya PDKê: Biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê berovajî destûr û mafên Kurdistanê ne

Hewlêr-KDP.info- Polîtbîroya PDKê piştî civîna xwe ya bi serperiştiya Serok Barzanî ragehandinekê belav dike û tê de radigehîne, “Biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê berovajî destûr û mafên Herêma Kurdistan û bingehên federalî ne”.

Ev jî deqê ragehandina Polîtbîroya PDKê ye:

“Ragehandinek ji aliyê Polîtbîroya PDKê ve

Di derheqa dawî pêşveçûnên Iraqê û deverê de, polîtbîroya ya partiya me roja Pêncşemê, 22ê Şibata 2024ê, bi serperiştiya Serok Barzanî civiya. Yek ji tewerên wê civînê danûstandinên Ii ser biryarên Dadgeha Federalî bûn, ku li roja Çarşema 21ê Şibata 2024ê, hatine derxistin.

Ev biryar berovajî ruha destûr û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bingehên Federalî û pirinsîpên jêkcudahiya desthilatan in, ku di destûrê Îraqê de hatine binecihkirin.

Li ser vî tewerî, mekteba siyasî ya partiya me tekezê li ser van xalan dike:

1. Parastina mafên pêkhatan û piştevanîkirina wan û hevpariya wan di dezgehên destûrî de.

2. Partiya me piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji bo ku bi Hikûmeta Federalî ya Îraqê re danûstandinên xwe li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrî de berdewam bike.

3. Biryara girêdayî qanûna hejmar 1 a sala 1992ê ya hilbijartinan û guhertina pareka bendên wê berovajî destûr û xwezaya jêkcudahiya desthilatan e.


Polîtbîroya PDKê

22.2.2024”