Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonyayê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozê Japonyayê li Îraqê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonê û pirojeyên Ajansa JICAyê ya Japonî li Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 21.02.2024 pêşwaziya Balyozê Japonyayê li Îraqê Futoshi Matsumoto kir.

Di hevdîtina xwe de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina peywendiyên dualî û pirojeyên Ajansa JICAyê ya Japonî li Herêma Kurdistanê li hev guhertin, xasma di warên avê û enerjiyê de.

Balyozê Japonê li Îraqê di pareka wê civînê de piştevaniya welatê xwe ji bo parastina ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê diyar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya dilsozî û piştgiriya Japonyayê kir û daxwaza zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonê tekez kir.