Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û şanda Senatoya Amerîkayê rewşa dawî ya Iraqê gotûbêj kirin

Munchen-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Îna 16.02.2024ê li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê da digel şandeke Senatoya Amerîkayê ya bi Serokatiya Senator Dan Sullivan, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerikayê ra û pirsa parastina aramî û ewlehiya navçeyê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo pêşxistina peywendiyên Amerîka û Iraqê di çarçoveya rêkeftina stratejîk ya di navbera wan da kirin û behsa bi armanckirina hêzên hevpeymanan li Iraqê û bertekên wê yên ewlekarî û leşkerî kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda Senatoya Amerîkayê hevdeng bûn ku asayîşa hêzên hevpeyman û nûnerên dîplomatîk li Iraqê bê parastin û rê neyê dayîn ku grûpên çekdar aramî û îstîqrara Iraqê têk bidin û serweriya welat bixin di bin metirsiyê da.

Şanda mêvan berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê û gefên ewlehiyê dupat kir û peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng zanî. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Kongres û Senatoya Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî mijareke dinê hevdîtinê bûn.