Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanya civiyan

Munchen-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Îna 16.02.2024ê li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê da ligel Grant Schaps Wezîrê Bervaniyê yê Brîtanyayê civiya.

Di civînê da rewşa ewlekarî ya Iraq û Rojhilata Navîn, derencamên şerê li Gezzeyê û bandora wê li ser rewşa deverê, kar û kiryarên grûpên çekdar li Iraqê û metirsiya wan li ser rewşa aramî û ewlekariya welat guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste hemû alî bi tehemul û bi berpirsiyarî bi rewşa Rojhilata Navîn ra tevbigerin û rê neyê dayîn ku alozî li tevahiya deverê belav bibe û hevdeng bûn ku Iraq ji aloziyê dûr bikeve û grûp û hêzên çekdar yên neqanûnî kontrol bike.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniyên Brîtanyayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berengarbûna terorê û şerê li dijî DAIŞê da kir û tekezî li ser pêşxistina hevkariyên hevbeş kir.