Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Pêşrew Dizeyî bû

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Çarşema 17.01.2024ê li mizgefta Sewaf ya li Hewlêrê, beşdariya merasîma sersaxiyê ya şehîd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya sava da kir ku, di encama êrişa mûşekî ya Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê digel çend welatiyên din yên sivîl, pêr bi şev şehîd bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji malbat û kesûkarên birêz yên xwedêjêrazî ra sersaxiyê xwest û hevsozî û hevxemiya xwe nîşan da. Serok Nêçîrvan Barzanî ji Xwedayê mezin hêvî xwest ku ruhê wan bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi malbat û kesukarên wan bibexşê.

Ji aliyê xwe ve malbat û kesûkarên şehîd Pêşrew Dizeyî spasiya beşdarbûn û hevbeşiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê, di şîn û xema wan da kirin.