Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Armanca serdana me ya Hewlêrê destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, serdana şandeya wan a Herêma Kurdistanê ji bo bidawîanîna hevdîtinên Bexdayê yên ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ye.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî tevî şandeyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê hat Hewlêrê. Ebdulxenî di serdana xwe ya Hewlêrê kongreyeke rojnamegeriyê li dar xist.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî got: “Îro em li parêzgeha xwe ne, parêzgeha Hewlêrê. Wekî Wezîrê Petrolê ez bi şandeyeke pilebilind re hatim ku ji du nûnerên sereke yên wezaretê û hejmarek rêveberên giştî yên ofîsên giring û sereke yên Wezareta Petrolê pêk tê. Armanca serdanê ew e ku em nêrînên li ser destpêkirina hilberîn û hinardekirina petrola xav nêzîkî hev bikin. Wek tê zanîn di yasaya budçeya Îraqê de rêjeya ku divê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike hatiye diyarkirin ku rojane nêzîkî 400 hezar bermîl e.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî di berdewama axaftina xwe de anî ziman: “Em îro ji bo ku bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî re bicivin li vir in. Armanca civînê çareserkirina pirsgirêkên ku berhemanîn û hinartina petrolê hêsan dikin e. Hinartina petrolê ji bo dewleta Iraqê gelekî girîng e ji ber ku çavkaniyên dewleta Iraqê bi giranî girêdayî hinartina petrolê ye û pereyê ku ji hinardekirina petrolê tê bidestxistin ji bo dabînkirina budçeya Iraqê tê bikaranîn.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî herwiha got: “Qonaxa yekem dê destpêkirina berhemanîna petrolê be. Gava yekem ew e ku em bi kompanya û Herêma Kurdistanê re li ser destpêkirina berhemanînê û lihevkirina girêbestên heyî ji bo pabendbûna bi yasaya budçe û destûra Iraqê li hev bikin. Em hêvîdar in di van 2-3 rojan de em bigihêjin rêkeftinekê. Di qonaxa duyem de jî rêkeftina me bi rayedarên Tirkiyeyê re heye ku petrolê bi rêya boriya Iraq û Tirkiyê hinarde bikin.”