Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK û Goran tekeziyê li ser piştevanîkirina Hikûmeta Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- PDK û Goran tekezî li ser piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û pêdivî dibînin ku hemî hêz û karînan ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê kom bikin.

Îro Sêşema 24ê Cotmeha 2023ê, li baregayê Mekteba Siyasî ya PDKyê li Pîrmamê, civîna Bizava Goranê û PDKyê hat kirin.

Li gor ragehandina hevpar a Bizava Goranê û PDKyê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa hestyar a deverê bi giştî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî hatin kirin.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, herdu alî yek bûn ku hemî hêz û aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û danana stratejiyeke hevpar a neteweyî ya hêz û aliyên siyasî ji bo hilgirtina berpirsyarîtiya vê qonaxê bên komkirin.

Di tewereke din a wê civînê de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên herdu aliyan hat kirin, taybet piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêngavên wê yên bi Hikûmeta Federal re, ji bo dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên darayî, wekî mûçeyên mûçexuran û baştirkirina jîn û jiyara welatiyên Herêma Kurdistanê.