Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Em şewitadina Qurana pîroz û êrîşa ser Balyozxaneya Swêd şermezar dikin

Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.

Em di heman demê de şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikin û em li dijî şewitandin û bêrêzîkirina li pirtûkên pîroz ên hemû olan in û em piştgiriya birêz Sûdanî û hikûmeta federal a Iraqê dikin ji bo pêkanîna rêkarên yasayî ji bo dubarenebûna van cûre kiryaran.

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKê

20.7.2023”