Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê xebata gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa gihand hemû cîhanê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de bal kişand ser yek ji berhem û destkeftên girîng ên Şoreşa Gulanê ku ew jî dirustbûna aştiya niştimanî û yekrêzî û hevhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî bû.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî cenabê Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşeran û beşdarên şoreşê û xelkê Kurdistanê dikim.

Şoreşa Gulanê ku hilgir û berdewamiya peyam û armancên niştimanî û netewî yên Şoreşa mezin a Îlonê bû bi rêbertiya Barzaniyê Nemir, her çiqas di rojgareke giran û dijwar de dest pê kir, lê di demeke kurt de bû cihê hêviya Kurdistaniyan û serkeftina siyasî û serbazî û bi dehan destanên qehremanî yên xweragirî û berevaniyê tomar kir û peyama berdewamiya xebata gelê Kurdistanê ji bo berevanîkirina li hebûn û nasname û mafên xwe yên rewa, ji hemû cîhanê re ragihand.

Yek ji berhem û destkeftên girîng ên Şoreşa Gulanê, dirustbûna aştiya niştimanî û yekrêzî û hevhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî bû, ku encama serkeftina serhildana cemawerî ya xelkê Kurdistanê di Adara 1991ê de û pêkanîna saziyên rewa û destûrî yên Herêma Kurdistanê bû ku divê bi her awayî, em dakokiyê lê bikin û biparêzin.

Di çil û heftemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, rêz û pêzanînên min ji bo xebat û têkoşîna hemû Pêşmerge û beşdarên şoreşê heye û em bi rêz û rûmet, şehîdê serkirde Îdrîs Barzanî bi bîr tînin.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

26/05/2023”