Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 25ê Gulana 2023, li devera Balekayetî ahengeke cemawerî bi helkefta çil û heftemîn salvegera şoreşa Gulanê birêve çû, di ahengê de gotara Serok Mesûd Barzanî hate xwendin
Ev jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Cemawerê xweşdiviyê devera Balekayetî!
Amadebûyên azîz!
Ev dem û hemû demên we baş bin
Bi helkefta çil û heftemîn salvegera destpêkirina şoreşa Gulanê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û wan hemû qehreman û Pêşmerge û têkoşeran dikim ku rola wan di şoreşa Gulanê de hebûye. Rûmet û pêzanînên min ji bo fedakarî û xweragiriya gelê Kurdistanê heye ku di qonaxekî hestiyar de palpiştê şoreşa Gulan û Pêşmerge bûn.
Vekirina vê bîranînê li vir wateyeke xwe ya taybetî heye, navçeya Balekayetî navçeyekî xwedî şehîd e ku ji bo şoreşê qurbaniyekî zêde daye. Herdem di bin fişarên şer û bombebarana dijmin de bûye û bi hezaran Pêşmerge û koçber hewandiye û kela û eniya serkirdayetiya şoreşê bûye. Her wiha navçeya balekayetî di şoreşa Gulanê de jî xala destpêka şoreş û qurbanîdana gelê Kurdistanê bûye. Yekem şehîdê şoreşa Gulanê jî, Şehîd Seyid Abdulla bû ku zarok û gedeyê vê navçeya serbilind a Kurdistanê ye. Em bi hemû awayekê deyndarê xelkê têkoşerê navçeya Balekayetî ne.
Spas ji bo xweragiriya we...
Spas ji bo qehremaniya we.
Şoreşa Gulanê qonaxeke herî girîng a tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ye û hilgirê wê peyamê bû ku ji bilî hebûna plangêrî û gef û êrîşa bi hêz ya neyaran û astengiyên mezin, lê belê îradeya berdewam û şoreşê li kûrahiya dilê mirovê Kurdistanî de her zîndî ye. Şoreşa Gulanê, tehedakirina wan hemû dîktator û sitemkar û dijminan bû ku wiha berguman kiribûn, bi şikesta şoreşa Eylûlê êdî heta hetayê dawî bi şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê tê. Lê belê şoreşa Gulanê ew xewna nehezan kire gorê û gelê Kurdistanê di xebata xwe berdewam bû û sernizmî û şikest ji bo dijminan ma.
Di vê bîranîna pîroz de tekeziyê li wê yekê dikim ku berjewendiya Kurdistanê di ser rûyê hemû berjewendiyekî din re ye û hêvîdar im aliyên siyasî yên Kurdistanê karibin nakokiyên xwe yên siyasî derbas bikin û hemû bi ruhekî niştimanperwerane û birayane giriftan çareser bikin.
Di dawiyê de bi hezaran silav ji bo şehîdên şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînim ku bi xwîna xwe dîrok ji bo gelê xwe tomar kirin û her hemû mînaka qehremanî û xwe bi dest ve nedan û xwe neçemandinê ne.
Gelekî spasiya amadebûna we dikim
Bimînin bi xêr û xweşiyê
Mesûd Barzanî
25ê Gulana 2023”