Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: 61 sal e Serok Barzanî di rêya rizgarî û azadîxwaziya Kurdistanê de Pêşmerge ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 61emîn salvegera pêşmergebûna Serok Mesûd Barzanî, di peyamekê de pîrozbahiyê li Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê dike û dibêje: “Di vê rojê de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, temenê wî dirêj be û em jî di asta baweriya Cenabê Serok de bin.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye: “Îro 61 sal in Cenabê Serok Barzanî di rêya rizgarî û azadîxwaz a Kurdistanê de Pêşmerge ye. Ez pîrozbahiyê li cenabê wî û Pêşmergeyên Kurdistanê dikim. Di vê rojê de ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, temenê wî dirêj be û em jî di asta baweriya Cenabê Serok de bin.”

Serok Mesûd Barzanî di 20ê Gulana 1962an de wek Pêşmergeyê herî temenbiçûk, beşdarî Şoreşa Îlonê bû, di jiyana Pêşmergeyî de serkirdetî û rola wî ya bilind di nivîsandina çendîn destkeft û destanên dîrokî û bi nav û deng ên Kurdistanê de hebûn.