Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û tê de piştgîriya xwe bo peyama Serok Barzanî ragihand û diyar kir, “Em ji bo civîna bi hemû aliyên siyasî re bê tu cudahiyekê, amade ne.”
Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatiye ku, “Em li ser navê alîgir û endamên PDKê piştevaniya xwe bo cîbicîkirina peyama Serok Barzanî radigihînin”, ku duh Pêncşemî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de li Barzan arasteyî xelk û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.
Polîtboruya PDKê herwiha dibêje: “Em peyam û destpêşxeriya Serok Barzanî weke berdewamiya peyama aştiyane ya Barzaniyê nemir dinirxînin û amadebûna xwe ya temam ji bo cîbicîkirina fermana Serok Barzanî radigihînin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Li gor hesta berpirsatiya niştimanî û bi berçavgirtina rewşa navçeyê û Herêma Kurdistanê, em gavên pratîk ji bo cîbicîkirina fermanên wî rast û giring dibînin û amadebûna xwe ya tam ji bo hevdîtina bi hemû aliyan re bêyî ti cudahiyan nîşan didin.”