Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê li ser rewşa siyasî gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Plandananê kir û di wê hevdîtinê de çendîn mijarên girîng gotûbêj kirin.

Îro Duşema 1.5.2023 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandananê Mihemed Elî Temîm kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û planên hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên navçeyên cuda yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.