Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Emê li ser çaksaziyan berdewam bin ji bo baştirkirina jiyana karkerên Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran di peyamekê de ragihand, “Em li ser proseya çaksaziyê berdewam dibin ji bo baştirkirina jiyana karkerên Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand jî, pesendkirina yasaya kar li Herêma Kurdistanê di dema borî de, beşeke ji çaksaziyên Kabîneya Nehem e ji bo başkirina jiyana karkeran û misogerkirina mafên wan.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Em bi rêz û pêzanînê ve li erk, xebat û rola girîng a karkerên Kurdistanê di avadankirin û geşepêdana Kurdistanê de dinêrin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ser proseya çaksaziyê berdewam be ji bo baştirkirina rewşa kedkarên Kurdistanê de. Di vê derbarê de, pesendkirina yasaya kar li Herêma Kurdistanê di dema borî de, beşeke ji çaksaziyên Kabîneya Nehem a di warê başkirina jiyanê û miogerkirina mafên karkeran di warê tenduristî û ewlehiya kar de, dabînkirina mafên wan yên qanûnî û sînordarkirina her cure zext û zordariya li ser karkeran e.

Roja Karkeran pîroz be û hêviya jiyanek baştir ji wan re dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

1.5.2023”