Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wergirt

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyek ji birêz Lloyd Austin Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wergirt ku têda ji bo wê pêşwaziya germa di dema serdana wî ya 7 vê mehê ya bo Hewlêrê lê hatiye kirin, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Birêz Austin di nameya xwe da li ser serdana xwe ya bo Hewlêrê dibêje: “Ez kêfxweş bûm ku careke din tekezî li ser hêz û girîngiya hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê li Iraqê bikim”.

Di nameya xwe ya bo Serok Nêçîrvan Barzanî da, Birêz Austin tevî îşaretdanq bi pêzanîn û gotûbêjên derbarê pêdagiriya hevbeş a her du aliyan bi yekcarî têkşikandina DAÎŞê, tekîd li wê yekê kiriye ku hevkariya berdewam Amerîka û Herêma Kurdistanê digel Bexdayê ji bo Iraqeke aram û seqamgîr û xwedî serwerî pêdivî ye.

Her wesa, rola Serok Nêçîrvan Barzanî di rêvebirina prosesa rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li ser bingehê peymana li hevtêgihiştina hevbeş ya Pentagonê digel Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Xwesteka welatê xwe jî ya ji bo berdewamiya karê hevbeş digel Herêma Kurdistanê nîşan da.