Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Baregeha Barzanî: Em bi tundî wê tawana hovane ya ku li Efrînê çêbûye şermezar dikin

Hewlêr-KDP.info- Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de bi tundî komkujiya 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yê li herêma Efrînê şermezar kir.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em bi tundî wê tawana hovane ya ku li Cindêrsê çêbûye şermezar dikin, ku yek ji komên çekdar 4 endamên malbateke Kurd şehîd kirine û 3 kesên din jî birîndar kirine, ku wan Kurdan mafên xwe yê bingehîn bikar tanîn û ji ber cejna xwe ya netewî (Newrozê) aheng kirbûn, ew jî li Cindêrsa ku beriya demekê ji ber erdhejê gelek ziyan dîtibû.

Em ji Xwedayê mezin lavakar in ku giyanê şehîdan bixe bin dilovaniya xwe û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Em radigihînin ku emê hemû hewlên xwe bi aliyên pêwendîdar re bidin da ku kesên ku ev tawana hovane kirine sizayeke adil werbigirin.

 

Baregeha Barzanî

21ê Adara 2023”