Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaiyekê de tawana Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Sêşema 21.3.2023 di daxuyaniyekê de ragihand:
“Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî ew tawana ku duhî êvarê 20/3/2023an li bajarê Cindirêsê rû daye şermezar kir ku di dema vêxistina agirê Newrozê de di derheqê çend welatiyên Kurd de hatiye kirin û tê de 4 kesan canê xwe jidest dane.
Di dema ku em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hevsoz û hevxem in, daxwaz ji aliyên berpirs ên navçeyê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan yên yasayî û rê li ber dubarebûna tawanên wiha bigirin.
Dilşad Şihab
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê
21/3/2023”