Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em şehîdkirina Kurdên Efrînê bi awayekî herî tund şermezar dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa ser Kurdan li Efrînê got, "Em şehîdkirina welatiyên li Cindrêsê bi awayekî herî tund şermezar dikin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje:

“Duh êvarê li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrênê ve, ji aliyê çend kesan ve êrîşî ser ahenggirtin agirpêxistina ji bo cenjna Newrozê hat kirin, mixabin çar welatiyên Kurd hatin şehîdkirin.

Em sersaxiyê malbatên qurbanîyan dikin û hevxemên wan in û em hêvîya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.

Bi awayekî herî tund em vê tawanê şermezar dikin û bang li rayedarên herêmê dikin ku lêpirsênên pewîst bikin û kiryarên vê tawanê bigihîjin cezayên xwe.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Kurdistanê”