Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye kir

Roja pênçşema 16ê Adara 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya General McFarlane Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye kir.

Li hevdîtinê de berdewamiya gefên terorîstan û pêwîstiya hemahengiya civaka navdewletî ya ji bo rêgirtina li bihêzbûn û gav avêtina terorîstan guftûgo kirin.

Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge mijareke dinê vê hevdîtinê bû û General McFarlane spasî hewlên Serok Barzanî yên ji bo serxistina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kir.