Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Bexda malbatên şehîdên Helebce û hemû qurbaniyên rêjîma Beisê qerebû bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera kîmyabaran Helebceyê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Şehîdên stemlêkirî yên kîmyabarana Helebceyê bûne qurbaniyên tawaneke hovane û ew hertim di derûn û wijdanê gelê Kurd û mirovahiyê de zindî dimînin. ”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Îro em bi rêz û hurmet şehîdên stemlêkirî yên kîmyabarana Helebceyê bi bîr tînin ku bûne qurbaniyên tawaneke hovane û ew hertim di derûn û wijdanê gelê Kurd û mirovahiyê de zindî dimînin.

Di vê boneya xemgîn de, em helwesta Hikûmeta Federal ya bi fermî naskirina parêzgeha Helebceyê, bilind dinirxînin ku bi salan e di Parlamentoya Kurdistanê de biryar li ser hatiye dayîn. Di vê boneya diltezîn de, em dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Federal berpirsiyariya xwe ya exlaqî bi cih bîne û weke ku di destûrê de jî hatiye diyarkirin, divê malbatên şehîdên Helebce, qurbaniyên Enfalê û hemû ziyandîtî û qurbaniyên rêjîma Beis bi awayekî şayeste qerebû bike. Di serdana dawî ya Serokwezîr bo Herêma Kurdistanê de jî me tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina vê xala destûrê kir.

Tevî ku 35 sal bi ser vê tawanê re derbas bûye, lê mixabin heta niha jî birînên malbatên şehîd û berketiyên kîmyabarana Helebce derman nebûne û êş û azara qurbaniyên tawanên rejîma berê ya Iraqê bi dawî nebûne. Ji ber wê erkê me hemûyan e, bi taybetî Hikûmeta Federal û civaka navdewletî, ku hevkar alîkarê me bin ji bo xizmetkirina gelê xweragir û qurbanîder ê Helebce, bajarê şehîdan û navenda rewşenbîr, zana û zanayên navdar û avedantir bikin.

Her wiha em tekezî li ser hikumraniyeke paqij û bêkêmasî dikin ku dûrî destêwerdanên kesayetî û partîtî be û rêgiriyê li saziyên fermî yên hikûmetê neke, da ku baştir xizmeta xelkê stemlêkirî yê Helebce bike.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

16/3/2023