Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Tawana kîmyabarana Helebçe birîneke kûr e li ser bedena gelê me û tu carî nayê jibîrkirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 16.03.2023an bi boneya 35emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser Twitterê peyamek belav kir û tê de got: “Tawana kîmyabarana Helebçeyê li ber çavê cîhanê ji aliyê dirindetirîn rejîma serdemê ve hat kirin. Ev tawan birîneke kûr e li ser bedena gelê me û tu carî nayê jibîrkirin.”

Peyama Serok Barzanî di salvegera kîmyabarana Helebce de:

“Tawana kîmyabarana Helebçeyê li ber çavê cîhanê ji aliyê direndetirîn rejîma serdemê ve hat kirin.

Ev tawan birîneke kûr e li ser bedena gelê me û tu carî nayê jibîrkirin.

Pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanên ku di derheqê Helebce û kurên Kurdistanê de hatine kirin, bide.

Silav li giyanê şehîdên Helebce û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê”