Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sûdanî rewşa giştî ya Iraqê gotûbêj kirin

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 14.03.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê û şandeke pê ra kir.

Di civînekê da, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, dawî pêşhateyên pêşveçûna diyaloga di navbea her du aliyan da gotûbêj kirin û derbarê rewşa niha ya Iraqê û astengiyên li pêşiya wê bîr û ra li hev guhertin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokwezîr Sûdanî kir ji bo timamkirina proseya bi parêzgehkirina Helebceyê û pesendkirina proje yasaya bûdceya sê salên bê ya Iraqê ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser bidin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, hemû hevkarî û piştevaniya xwe ji bo Serokwezîr Sûdanî û Hikûmeta Federal a Iraqê nîşan da û ew karên ku heta niha di karnameya hikûmetê da cîbicî kirine bi erênî û hêvîbexş bi nav kirin.

Birêz Serokwezîr Sûdanî, ji aliyê xwe ve, rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya li hevcivandina aliyan, peywendiyên wî digel hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê û hewl û gavên wî yên ji bo yekrêzî û li hevtêgihiştinê bilind nirxandin.

Birêz Sudanî tekez kir ku aramî, ewlehî û pêşketina Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tê da bi hev ra girêdayî ne û bi parêzgehkirina Helebce jî weke xizmeteke biçûk li hember wan tawanên li dijî wî bajarî hatine kirin bi nav kir.

Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya pêkvejiyan û yekrêziya di navbera hêz û pêkhateyên Iraqê da ji bo parastina aramiya siyasî li welat û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingehê destûrê hemfikir bûn û tekezî li ser girîngiya sektora taybet û rola wê di pêşxistina welat di hemû waran da kir.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Piştî civînê, Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Sûdanî civîneke hevbeş digel serkirdeyên hêz û aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê pêk anîn û di civînê de li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê nêrînên xwe li hev guhertin.