Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ozçelîk: Malpera (KDP.info) karîbû xwe bigihîne herçar parçeyên Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê-KDP.info– Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelîk ragihand ku malpera fermî ya PDKê malpereke nûjen e û wek hemû medyayan berhema têkoşîna sed salî ye ji êş û azar û jensîd û enfalan. Herwiha got jî: “Malpera KDP.info kariye sînorên herçar parçeyên Kurdistanê derbas bike.

Ozçelîk ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re got: “Malpera KDP.info berhema zîrekbûn, xwekontrol û aramî, biryardan, fîdakarî, têkoşîn û niştimanperwerî, neteweperwerî û welatparêziyê ye.”

Wî got jî ku malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşek ji weşana kurdî ye. Weşaa kurdî tu carî serê xwe li ber zulm, zordarî, qedexe, ceza, girtin, îşkence û zîndanê xwar nekiriye, û doza azadî û serbestiyê parastiye.

Mustafa Ozçelik got, malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelek caran nerînên partiyên Kurdî yên li bakur û kesayetiyên cuda belav kiriye, ku ev yek nîşaneya rêzgirtin, pêşketin û hevgirtina gelê Kurd e.

Got jî: “Malpera KDP.info karîbû xwe bigehîne sînorên berfireh yên her çar parçeyên Kurdistanê û sînor derbas kiriye, ku bi belavkirina hizra netewî û niştimanî roleke xurt dilîze.”

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Ozçelîk got:“Bi helkefta 12mîn saliya damezrandina malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ez pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî, rêveber û endamên PDKê û hemû rojnamevan û karmendên wê dikim.”