Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana Îmaratê hat vexwandin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Îmaratê vexwendnameyek pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kir ku serdana wî welatê bike.

Îro Yekşema 26.2.2023 Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarat Ehmed Îbrahîm Seîd El-Zaharî kir.

Di hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser bihêztirkirina peêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê ligel Îmaratê û berfirekirina hevkariyên di navbera wan de kirin û rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin. Her wiha Konsulê Îmarata Erebî vexwandnameya fermî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan gihand Nêçîrvan Barzanî bo serdana welatê wî bike.

Di vexwandnameyê de, Serok Al Nahyan, ji bilî silav û rêz bo Nêçîrvan Barzanî, amaje xwestek û giringiya welatê xwe ji bo pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeş di navbera wan de di warên cuda de nîşan da. Herwiha ji bo gotûbêjkirina derbarê berjewendiyên hevbeş di navbera her du welatan de, çavê wî li wê ye ku li Îmaratê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî jî silav û rêz ji Serok Al Nahyan re şand û bi dilzweşî vexwandnameya bo serdana Îmaratê qebûl kir û behsa giringiya pêwendiyên Îmarat li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Pirsa bûdce, yasaya petrol û gazê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, rewşa Şingalê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, tewereke din a hevdîtinê bû.