Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ştevaniya parastina asayîş û seqamgîriya Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson civiya û bi hev re çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.

Îro Pêncşema 2ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Mijara sereke ya civînê, li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya encamdana proseya hilbijartinan bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de tekezî li ser girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî bi arasteya dakokîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku divê hilbijartin di demeke guncaw a îsal de werin encamdan û rêkarên yasayî yên encamdana proseya hilbijartinan demildest werin temamkirin û Hikûmeta Herêmê jî amade ye ji bo dabînkirina hemû pêwîstiyên hilbijartinan.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson hevnêrîn bû li ser girîngiya nehiştina hemû kêşe û astengiyên li ber encamdana proseya hilbijartinan.

Di beşeke din a civînê de, pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingeha destûrê gotûbêj hat kirin.

Herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku divê projeyaasaya budceya federal, demildest were pesendkirin û maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê werin dabînkirin.

Herwiha Balyozê Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê dubare kir.

Pêşvebirina pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî û hinardekirina berhemên çandiniyê û pêşxistina sektora enerjiyê de, mijarên din ên civînê bûn, ku Konsula Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave jî di civînê de amade bû.