Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Balyozê Brîtanya: Berjewendiya gelê Kurdistanê di ser hemû berjewendiyeke din re ye

Selaheddîn-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 02.02.2023 li Selaheddîn pêşwazî li Mike Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di civînê de ku xanima Rosy Cave Konsula Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya di nav proseya siyasiya Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê xweşhaliya xwe bi hengavên aliyên siyasî ya ji bo guftûgo û gihîştina bi çareseriyeke guncaw û hevbeş nîşanda. Li beşeke dinê vê hevdîtinê de di derbarê pirsên siyasiyên Herêma Kurdistanê Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku berjewendiya gelê Kurdistanê di ser hemû berjewendiyeke din re ye û pêwîst e hilbijartinên Herêma Kurdistanê birêvebiçin û hîç pirs û hêcetek jî ji bo paşxistina wê nayê qebul kirin.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste rêxistin û nûkirin û çaksaziyên li nav rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gel prensîp û moral û serweriyên Pêşmerge da hevta bê.

Astengî û berbestên li ber peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê mijarên dinên vê civînê bû.