Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 01.02.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Irvin Hicks Jr Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hevdîtin û civînên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Konsulê Amerîkayê pêşwazî û piştgîriya welatê xwe ji bo diyalog û hewlên çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka girîngiyeke mezin bi têkiliyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê dide.

Proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge mijareke dinê civînê bû. Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser berdewamî û serkeftina proseyê û spasiya hevkarî û piştevaniya Amerîkayê jî di vê derbarê de kir. Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Amerîkayê girîngiya welatê xwe ji bo proseyê û bilezkirina wê diyar kir

Her li vê hevdîtinê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, karkirina ji bo serdana şandeke bazirganiyê ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê, pirsa mafên mirovan, azadiya rojnamevanî û ragihandinê û çendîn mijarên din ên ku di berjewendiya hevbeş de ne, hatin gotûbêjkirin.