Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 01.02.2023 li bajarê Hewlêrê, digel birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya yê Iraqê civiya.

Di civînê da, her du aliyan tekez li ser pêşxistina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê kirin, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da, birêz Balyozê Brîtanyayê pêşwazî li civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û piştevaniya welatê xwe jî ji bo diyaloga navbera her du aliyan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê nîşan da.

Ji aliyeke din ve behsa pirsa yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî û bandora wan ya nerênî li ser rewşa siyasî ya welat hate kirin. Di vê derbarê de Balyozê Brîtanyayê tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî Hewlêr û Bexdayê han dide ku bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.