Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK û YNK dê bicivin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Fermangeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Omer Bekir di daxuyaniyeke taybet de bo malpera fermî ya PKDê ragihand ku biryar e roja Şemiyê 28.1.2023 civîna hevbeş a Polîtbîroyên PDK û YNK birêve biçe.

Omer Bekir got jî ku şanda PDK dê bi serokatiya heval (Mehmûd Mihemed) Endamê Desteya Kargêriyê ya Polîtbîroya PDKê be, û bi endamtiya Endamên Polîtbîroya PDKê (Dr. Hêmin Hewramî, Elî Husên û Dr. Piştîwan Sadiq), û Endamê Komîteya Navendî ya PDKê heval (Dr. Omêd Sebah) be.

Herwiha şanda YNKê jî dê ji (Gubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Aso Elmanî, Emîn Baba Şêx û Dr. Dara) pêk were.
Omer Bekir da zanîn ku dê civîn li bajarê Silêmaniyê bê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî kongreya 14ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) biryar hat dayîn ku ji bo zêdetir bihêzkirina pêwendiyan serdana aliyên siyasî bike.