Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Nûnera Neteweyên Yekbûyî: Divê rewşa Şingalê were normalkirin û koçber vegerin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekretera Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya bicîhkirina rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de û vegerana koçberan hat kirin.
Îro Çarşema 25.01.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekretera Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hate guftûgo kirin.

Herwiha tekez li ser pêwîstiya bi cîhkirina rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û vegerana koçberan kirin.

Rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê bi babeta hilbijartinê, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve hilbijartin bingeh û prensîpeke neguhere ji bo şerîet û hukimraniyê û pêwîst e hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe da birêve biçe. Tekez jî li wê yekê kir ku divê îrade û berjewendiya pêkhatan li ber çav bêgirtin û ji bo babeta mafên wan di hilbijartinê de nabe ji derveyê îradeya pêkhatan bi tu awayekî û formulek li ser pêkhatên Kurdistanê bê sepandin.