Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li tîma futbolê ya Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro danê êvarê SerokêHerêma Kurdistaê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya tîma netewî ya fûtbola Iraqê kir.

Di civînê de ku, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parêzgarên Hewlêr û Besra, Serokê Yekîtiya Futbola Iraqê û hejmarek ji berpirsan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî careke din pîrozbahî li tîma fûtbola Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku serkeftina tîma Iraqê di Kûpaya Kendavê de serkeftina hemû Iraqê ye û welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Serok Nêçîrva Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev serkeftin ji bo Iraq û Iraqiyan giring bû, ji ber ku hemû Iraqiyan li dora serkeftinê kom kir û peyamekjî da hemû cîhanê ku Iraq vegeriyaye û rawestiyaye û hêviya berdewamiya serkeftinê ji bo tîma Iraqê xwest û tekezî li ser hemû piştgiriya xwe kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê Yekîtiya Futbolê ya Iraqê, parêzgarê Besrayê, rahêner, lîstikvan û endamên tîma Iraqê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kirin ji bo amadebûna wî di merasima vekirinê ya Şampiyoniya Kendava 25ê de û piştevaniya xwe ji bo gelê Iraqê nîşan dan.