Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîrê Hollanda bo Mesrûr Barzanî: Em pêşxistina pêwendiyan dixwazin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 19ê Çileya 2023an li Davosê ligel Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasiya hevahengiya berdewam a Hollandayê ligel Herêma Kurdistanê kir ku yek ji wan welatan e ku piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî di warê pirrengiya aborî û geşepêdana sektora çandiniyê de, ku pêşkeftinek baş tê de çêbûye.

Serokwezîrê Hollandayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda de bi taybetî di warê çandiniyê de nîşan da.

Girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi awayekî rîşeyî û li ser binemaya destûrê mijareke din a guftûgoyên hevdîtinê bû.