Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ez ji ber bûyera êrîşkirina ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê gelekî xemgîn im. Ez sersaxiyê ji malbat û mervên wan qurbaniyan re dixwazim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ez ji wê yekê bawer im ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê dê hewla xwe ya cidî û temam dide, da ku rastiyên wê bûyerê werin eşkerekirin û encamderên vê tawanê werin dîtin û bigihin cezayê xwe.
Mesûd Barzanî
19.1.2023“