Davos-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li Davosê civiyan.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li gorî destûrê û karkirina ji bo baştirkirina xizmetguzariyan li Iraqê hat gotûbêjkirin.
Di civînê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî amade bû.