Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê got, ew vegeriyaye Bexdayê û amade ye ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşema 11/1/2023an piştî serdana xwe ya Bexdayê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand: “Em vegeriyane Bexdayê û em amade ne ligel hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin, ji bo paşerojeke baştir û geştir ji gelê me re ava bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi serdanekê gihîşte Bexdayê.
Biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokomar Letîf Reşîd, Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fatiq Zîdan re bicive û çend pirsên giring gotûbêj bike.
Di civînan de, guftûgo li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser binemaya destûr, rêkeftina aliyan a ji bo pêkanîna hikûmetê û karnameya wezarî bên kirin.
Her wiha dê li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de, ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û astengiyan û çareserkirina wan gotûbêjan bên kirin.