Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 11.01.2023an bi serokatiya şandeke pilebilind a hikûmetê ber bi Bexdayê ve bi rê ket.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi her çar serokatiyên Iraqê, Serokomar Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fatiq Zîdan re dicive.
Di civînan de, guftûgo li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser binemaya destûr, rêkeftina aliyan a ji bo pêkanîna hikûmetê û karnameya wezarî bên kirin.
Her wiha dê li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de, ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û astengiyan û çareserkirina wan gotûbêjan bên kirin.