Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîra Îtalya nameyek ji Serokwezîrê Kurdistanê re şandiye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Serokwezîra Îtalya ya nû Giorgio Meloni wergirt.

Serokwezîra Îtaliyayê di nameya xwe de amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyên dostane yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de dîrokeke wan dûr û dirêj heye û her du alî jî di rûbirûbûna pirsgirêkên li pêşiya ewlehî û aramiyê de hevbeş in.

Serokwezîra Îtalya daxwaza welatê xwe ya bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kir, bi taybetî pêşxistina pêwendiyên dualî di warê bazirganî, çandinî û enerjiyê de.

Serokwezîra Îtalyayê hêvî xwast ku pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, bibe sedema bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, da ku armanca hevbeş a aştî, geşepêdan û bexteweriyê pêk were.

Di dawiya nameyê de, Serokwezîra Îtalyayê nivîsî: “Ez li bendê me di derfeteke nêzîk de we bibînim û ligel we bicivim.”