Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Asta xwendinê li Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve diçe

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez dike, pêşxistina perwerde û xwendinê, yek ji girîngtirîn karên pêşîne yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pênşema 8.12.2022an di merasîmekê de kevirê binyadê yê Zanîngeha Brîtanî ya Navdewletî li Hewlêrê danî û tê de gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî di gotara de dilxweşiya xwe nîşan da ku roj bi roj asta xwendinê li Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve diçe û got, helbet avakirina navendên bi vî rengî yên zanistî, dê alîkar bin ji bo bilindkirina asta hişyariyê.

Her wiha got ku ev zanîngeh wek şaxek zanîngeha Londonê ku zanîngehek bi navûdengê navnetewî ye, hêvîdar im ku zêdetir xizmeta perwerde û zanistê li Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir got: “Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam serdana Bexdayê bikin, da ku bigehin çareserîyê ji hemû kêşe û pirsgirêkên hilawîstî ên bi Hikûmeta Federal re.” Di heman demê de tekezî li ser wê yekê kir ku Herêm dest ji mafên ku di destûra bingehîn a hertimî de hatine destnîşankirin, bernade.

Mesrûr Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku pêşkeftina sektora Perwerde, Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, belgeya hişyariya çandî ya gelê me ye. Destnîşan kir jî ku avakirina navendên zanistî û saziyên perwerdeyê li Herêma Kurdistanê, belgeya pêşketin û bilindbûna asta akademî û xwendinê ye.

Destnîşan kir jî, gelek zanîngehên me yên din li Kurdistanê hene, ku her yek ji wan li gor şiyan û pisporiya xwe kariye bandoreke erênî li ser civaka me bike. Ez piştrast im ku ev zanîngeh jî dikare mohra xwe diyar bike û bibe beşeke din ji vê projeya zanistî ya ku me li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku di warê perwerdeyê de, çi ji bo mamosteyan û çi ji bo xwendekaran gelek pirsgirêk hene, lê Kabîneya Nehemîn bi biryar e ku li ser çareserkirina van pirsgirêkan berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêşxistina perwerde û xwendinê, yek ji girîngtirîn karên pêşîne yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.