Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo serkirdeyên Iraqê: Dawiyê li êrîşên ser cotkarên Kurd ên Kerkûkê bînin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li dijî cotkarên Kurd ên li navçeya Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Êrîşkirina ser cotkarên Kurd li navçeya Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, cihê nîgeraniya mezin e.

Ez ji Birêz Serokomarê Iraqê, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Federal daxwaz dikim, bilez dawî li êrîşkirin û destdirêjkirina ser cotkarên Kurd ên li navçeya Daqûqê û navçeyên din ên Kerkûkê bînin, ku ji aliyê kesên destçûyan ve tê encamdan û bi awayekî neyasayî hewla derkirina Kurdan û destdanîna ser zeviyên wan didin.

Reftarên wisa, li dijî bingehên pêkvejiyana aştiyane û birgeyên maddeya 140 a destûra herdemî ya Iraqê ne û divê saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal, sînorek li ber van binpêkirinan deyne.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Kurdistanê

7.12.2022”