Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û şanda Almanyayê tekezî li ser derketina milîsan ji Şingalê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 7ê Kanûnê pêşwazî li şandeke Almanyayê kir.

Şanda Almanyayê ji Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ya li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel, Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger û Konsulê Giştî yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê Klaus Streicher pêk hatibû.

Di civînê de derbarê rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê de gotûbêj hat kirin.

Mijareke din a civînê, li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî û sazkirina zemînekê ji bo asayîkirina rewşa wê navçeyê û vegera awareyan bo cih û warên xwe.