Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî spasiya Almanyayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Almanyayê kir. Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de spasî lê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 7ê Berfanbara 2022an pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel û şanda pê re yê ku ji Balyozê Almanyayê yê Iraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn kir.

Di hevdîtinê de peywendiyên Almanya yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa herêmê bi giştî, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de spasiya xwe pêşkêş kir û behsa serdana xwe ya dawî ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên bi berpirsên payebilind ên Iraqê re kir.