Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Swêdê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza nû ya Swêdê ya li Iraqê, pêwendiyên Swêdê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li alîkariya hevbeş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 6ê Kanûna 2022yan li Hewlêrê di dîdarekê de ligel Balyoza nû ya Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom, bi xêrhatina wê kir û bi helkefta destbikarbûna wê ya wekî Balyoza nû ya Swêdê li Iraqê pîrozbahiyê li wê kir û piştgiriya xwe ya temam ji bo serkeftina wê nîşan da.

Herdu aliyan li ser pêşxistina peywendiyên Swêdê digel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine û tekez li ser pêwîstiya hevkariyên hevbeş kirine, bi taybetî di wan waran de ku ji bo her du aliyan girîng in.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, derfetên kar û veberhênanên Swêdî li Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha li ser pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê, şerê li dijî terorê û li ser rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.