Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîra Berevaniya Holandayê: Emê li ser piştevaniya Pêşmerge berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29.11.2022an pêşwazî li Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Kajsa Ollongren kir.

Di civînê de, Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê ragihand, pêwendiyên dostane yên bihêz di navbera Holanda û Herêma Kurdistanê de hene û berdewamiya hevkariyên ewlehî û leşkerî û hevahengî û piştevaniya welatê xwe bo Pêşmerge dubare kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Qraliyeta Hollandayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Her wiha pêzanînên wî ji bo Hollenda hebû ku yek ji wan welatan e piştevaniya plan û karnemaya Kabîneya Nehemîn dike, di warê pirrengiya aborî û giringîpêdana bi sektora çandiniyê.

Mijareke sereke ya hevdîtinê jî taybet bû bi girîngiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê. Her du alî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û rawestandina êriş û destdirêjiyan kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê derbarê de tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wek her dem dibe faktorê asayîş û aramiya navçeyê û dixwaze pêwendiyên wê yên dostane li ser bingeha cîrantiya baş û rêzgirtina li hevdu û berjewendiyên hevbeş bi welatên cîran re hebin.

Pêşkeftinên yekxistina hêzên Pêşmerge, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û şerê li dijî gefên terorîstên DAIŞ jî beşeke din a gotûbêjên civînê bûn.