Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda Kongrêsa Amerîka: Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li şandeke Kongrêsa Amerîkayê bi serokatiya endamê Kongrêsê Mark Takano kir ku di nav de endamên Kongrêsê Elissa Slotkin, Colin Allred û Kathy Porter hebûn.

Di hevdîtinê de ku Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski jî amade bû, gotûbêj derbarê pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de, pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û giringiya parastina serwerî, ewlekarî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Şanda Kongrêsê bal kişand li ser pêwendiyên bihêz û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û bi navê Kongressê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê wek ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê li Iraqê dubare kir. Her wiha rewşa azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê jî bilind nirxandin.

Serokwezîr Mesrûr Mesrûr spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aramî û aştiyê li Iraq û navçeyê ye. Tekez kir jî ku niha derfeteke nû ji hikûmeta federal re heye ku xizmeta pêkhateyên cuda yên Iraqê bike û li ser binemaya destûr û karnameya wezarî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi awayekî bingehîn çareser bike.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksazî û proseya yekxistina hêzên Pêşmerge, giringiya yekhelwestî û yekrêziya aliyên Kurdistanî ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.