Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê li Bexdayê civiyan

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 22ê Mijdara 2022 di çarçoveya serdanekê de gihîşt Bexdayê û destpêkê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd re civiya.

Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser girîngiya yekhelwestiya li ser asta niştimanî kir û yekrêzî û hevahengiya wan ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên di warê aborî, jiyan û xizmetguzariyê de kirin daku jiyaneke baştir ji bo hemû welatiyên Iraqê dabîn bikin.

Serokwezîrê Iraqa Federal di civînê de tekez kir ku Hikûmeta Federal pabendî Destûra Iraqê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Serokwezîrê Iraqa Federal kir ku bawerî bi hikûmeta wî hate dan û geşbîniya xwe jî li ser îmkanên hikûmeta nû diyar kir ku hikûmeta nû dikare welat ber bi qonaxeke cuda veguhêze ku zimanê têgihîştin û çareseriyê têde serdest be.

Di hevdîtinê de mijarên ewlekarî yên navçeyên sînorî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser hevkarîkirina her du aliyan hat kirin, ji bo parastina serweriya Iraqê û redkirina binpêkirinên berdewam û karkirina ji bo wê yekê ku xaka Iraqê nebe metirsî li ser tu welatanên cîran.