Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Çîn li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Çîn li Iraqê kir û çend mijarek hatin gotûbêj kirin.

Îro Sêşema 22.11.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Çîn li Iraqê Sui Wei kir. Balyozê Çînê pesnên hewkarî û hemahengiyên saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybet di warê pêşxistina pêwendiyan û pêşxistina veberhênan û danûstanên bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî balkêşa ser çaksaziyên kabîneya nehem ên di warê hemûcure kirina aborî û nehiştina burokrasî û karasanî bo veberhênerên navxwe û derve.

Mijareke din a civînê jî ku Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Ni Ruchi jî amadebû, giringiya parastina asayîş û seqamgiriya Herêma Kurdistanê û çareser kirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta federal a Iraqê li gor rêkeftina aliyan bo pêkanîna hikûmeta nû û karnameya hikûmetê û destûrê hate gotûbêjkirin.