Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê şermezar dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê yên ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kirin, şermezar dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2022an di merasîma vekirina Peymangeha Dahênanê li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û di destpêka gotara xwe de êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê yên ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kirin, şermezar kir.

Mesrûr Barzanî wiha got: “Mixabin vê sibehê careke din bajarê Koye û Zirgiwêz rastî êrîşa mûşekan hatin. Hinek şehîd û birîndar rakirine nexweşxaneyê. Ez wê êrîşê û binpêkirina axa Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezar dikim. Cihê şehîdan behişt be û hêviya selametiyê ji birîndaran re dixwazim.”